Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir

Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir

Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê çêkirina silkan a bi zehmet ku heta ji zeviyê digihêje ser sifreyan berdewam e.

Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir
Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir

Li Deşta Mûşê ku navendeke herî girîng ya berhemanîna şekir ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye, çinîna hezaran donum zeviyên silkan destpê kir. Silkên ku sitewiyayîne ji aliyên karkeran ve bi makîneyên kar tên çinîn û piştî 48 demjimêran ev silk dibe şekir û bo xwarinê amade dibe.Faruk Dizdaroglu ku ligel 5 birayên xwe, ev 40 sale vî karî dike dibêje, ev kar her çiqas bi makîneyan tê kirin jî lê karekî gelek zehmet e.

Faruk Dizdaroglu, Cotkarê Silkan, dibêje, “Îsal zêdetir zehmetî hebûn. Ji ber hişkesaliyê me zêdetir avdanî kir û ev jî li ser me giran hat. Lê ji ber bi makîneyan kar tên kirin, zûtir û zêdetir em silkan berhev dikin. Dîsa jî heta silk tên çinîn gelek karên din jî tên kirin, dermankirin, avdanî, kerentînkirin û her wekî din.”

Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezm Xemîs Xencer civiyan
Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir
Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir

Silkên li terektor û barhilgeran tê barkirin, bo kargehên kompanya berhemanîna şekir ya Mûşê tên veguhestin. Li van kargehan tên weznandin û bi rêya sîstema otomatîk bo xalên komkirinê tên şandin. Li vir pincar bi aveke xurt tên şûştin û piştre bi makîneyan tên qeşartin, hûrkirin, kelandin û pelçiqandin.

Herwiha dema ev kar bi dawî dibin, ev berhem ji safokên şerbetê re yên ku germahiya wan zêdeye tên derbas kirin û di asteke diyar a germahiyê de tê krîstalîzekirin û di encam de dibe şekirê ku mirov karibe bixwe.

Rêveberê kompanya berhemanîna şekir diyar dike ku hebûna van kargehan li Mûşê bandor li ser aboriya bajar jî kiriye û ew li gor pêwîstiyan kargehên xwe zêdetir jî dikin.

Li Mûşê berhemanîna silkan destpê kir
Mûşê berhemanîna silkan destpê kir

Turgut Kizilkaya, Rêveberê Kompanya Berhemanîna Şekir yê Mûşê, dibêje, “Ev kargehên silkab ne tenê bo cotkarên me kar dikin. Alîkariya wan li sektorên wek tov, gubre, ajeldariyê û dermanan heta makîneyên çandiniyê û dukandarên bajêr jî dibe.”

Ev silk bi kîsên 50 kîloyê bo her devera Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tên şandin.

Nêzîkî 300 hezar ton pêwîstiya şekir ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji Deşta Mûşê tê berhemanîn û isal jî bi çandina 56 hezar û 500 donum silk tê çaverêkirin ku 450 milyon lîreyê tirkî bo aboriyê sûd bîne.

Deutsche Opposition Kurzer Aufruf zum Rücktritt von Sebastian

فرندة – Farandh

شارك المقالة